Rojnamevana Fransî ya ku li Mûsilê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Rojnamevana Fransî Veronîqûe Robert ya ku dema li Mûsil şer dişopand û encam teqîna mayînê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Li Mûsilê 19’ê Hezîranê, li herêma ‘Mûsila Kevin’ di encama teqîna mayînê de li gel 3 rojnamevanên Fransî rojnamevanê Kurd ê bi navê Bextiyar Hedad ê ku wergêriya wan dikir birîndar bibûn.

Rojnamevanê Kurd Bextiyar Haded di heman roja teqînê de jiyana xwe ji dest dabû, rojnamevanê Fransî Stevan Velîno jî piştî Hedad bi rojekê li nexweşxaneya Geyara ya baregeha DYA’yê jiyana xwe ji dest dabû.

Ji 2 rojnamevanên Fransî yên ku bi balafira ambûlansê şandin welatê wan Veronîgûe Robet jî li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da.