Rojnamevan Çelîk cara duyemîn hate destgîrkirin

Rojnamevan Ferhat Çelîk piştî ku hate berdan, bi îdîaya lêpirsîneke din hate destgîrkirin.

Midûrê Karên Nivîsê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk ku di çarçoveya lêpirsîneke Dozgeriya Komarê ya Dîlokê de doh danê êvarê li mala xwe ya li Şîşlî ya Stenbolê hate destgîrkirin, birin Qereqola Polîsan a Ferîtkoyê. Çelîk bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.

Çelîk li vê derê bi rêya Sîstema Deng û Dîmen a Ragihandinê îfade da û nûçeyên wî yên Tebax-Îlona 2020'î yên li ajansa MA'yê jê hatin pirsîn.

Piştî wergirtina îfadeyê ji bo berdanê Çelîk radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hate kirin û ji aliyê dadger ve hate berdan.

Lê belê piştî berdanê, bi hinceta lêpirsîneke cuda careke din hate destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ya li Mecdiyekoyê.