Rojnameger Kadrî Bagdû hate bîranîn

Rojnameger Kadrî Bagdû yê ku li Edeneyê ji aliyê DAÎŞ’ê hatibû kuştin, li ser gora xwe hate bîranîn.

Li Taxa Ova ya Seyhana Edeneyê di 14’ê Cotmeha 2014’an de xebatkarê rojnameya Azadiya Welat, Kadrî Bagdû dema ku bi bisiklêtê rojname belav dikir, ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû kuştin. Bagdû li ser gora xwe ya li goristana Kuçukobayê hate bîranîn.

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, parêzer Tûgay Bek, Hevserokên HDP’a Edeneyê Gulseren Tûral û Mehmet Karakaş, Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Yakût Ataş, Hevserokê AYKAY-DER’ê  Mehmet Mîrza Koklu, Hevserokê AATÛHAY-DER’ê Nîmet Sezgîn, Dayikên Aştiyê û gelek rojnameger tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de qurnefîl, rojnameyên Xwebûn û Yenî Yaşamê danîn ser gora Bagdû. Di bîranînê de Hevserokê AYKAY-DER’ê Mîrza Koklu diyar kir ku hê jî kujerên Bagdû nehatine darizandin.

Hevjîna wî Şemsa Bagdû jî xwest kujer werin darizandin.

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan diyar kir kujerên Bagdû 7 sal in nehatine dîtin û darizandin û got “Kadrî Bagdû li heqîqetê digeriya. Çeteyan ew kuştin û dewlet kujerên wî diparêze. Îspata vî tiştî jî ev e ku dosyeya wî 7 sal in di tariyê de ye. Ji Apê Mûsa heta Gûrbetellî Ersoz, ji Cengîz Altûn heta Hafiz, Nazim û Kadrî Bagdû hemû şehîdên çapemeniyê ne. Em ê jî li ser şopa wan bin.”

Parêzerê malbatê Tûgay Bek jî diyar kir ku ligel mikurhatina çeteyên DAÎŞ’ê dewlet wekî ‘bûyereke edlî’ nêzî meseleyê dibe û bi vê re jî dixwazin dosyeyê têxin nav ya kujerên wan ne diyar.