Rojeva Azadiya Derbirîn û Çapemeniyê: Di 2 mehan de 109 nûçegihan hatin darizandin

Expressîon Interrupted rapora Gulan-Hezîranê ragihand. Li gorî raporê di nav 2 mehan de 109 nûçegihan hatin darizandin 9 sal û 8 meh ceza dane 4 nûçegihanan.

Platforma Expressîon Interruptedê rapora ''Rojeva Azadiya Derbirîn û Çapemeniyê'' bi raya giştî re par ve kir. 

Di raporê de xaleke girîng zexta li ser çapemeniyê ya liş Tirkiyê bû. Di raporê de tê diyarkirin zexta li ser azadiya çapemenî û derbirînê bênavber didome, tê gotin li Tirkiyê di nav 2 mehn de hijmara nûçegihanên girtî ji 68'an kêmî 65 bûye.

Di raporê de tê gotin bi berdane nûçegihanê MA'yê Mehmet Aslan û nûçegihan Cuma Ulus û Erkan Acar re ku ji 2016'an ve girtîbûn nûçegihanên girtî mane 65.

Di raporê de hate diyarkirin di nav mehên Gulan û Hezîranê 109 nûçegihan bi 51 dozan derketine pêşberî dadgeran, ji van derheqê 4'n 9 sal û 8 meh û 2 roj ceza li wan hatiye birîn. Her wiha li ser 4 nûçegihanan jî doz hatiye vekirin, derheqê 6 nûçegihanan lêpirsîn hatiye destpêkirin û 3 nûçegihan jî hatine destgîkirin.

Di raporê de her wiha tê diyarkirin zexta polîsên Tirk ên li ser nûçegihanan dema çalakiyan, xwepêşandana zêdetir bûye.

Di raporê de herwiha kuştina Deniz Poyraz, rakirina Peymana Stenbolê, mikurhatinên serekçete Sedat Peker yên li ser Wezîrê Karê Derve Suleyman Soylu û Mehmet Agar jî tê destnîşankirin.