ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Armanca çalakiya me ew bû ku avabûn û ragihandina rêxistina hêzên me yên çekdar HRK'ê ji navenda bajêr bi dengekî xurt ji gelê me û raya giştî ya cîhanê re ragihîne. -Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz -2

- Gerîlayên YJA Starê gotin, wê fîşeka destpêkê ya Fermandar Egîd kir ku bi hezaran Egîd hişyar bin û berê xwe bidin çiyayên azad.

- Eşkere bû ku li Elmanyayê di nava du salên dawî de 8 kes ji ber karên sîxuriya dewleta Tirk ketine ber lêpirsînê. Her wiha dewleta Tirk di nava salê de ji bo radestkirina 48 kesan serî li Elmanyayê da.

- CDK-F û TJK-F'ê bi wesîleya salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê gotin, "Bi dirûşma Rêberê azad, nasnameya azad, xweseriya demokratîk Kurdistanê biparêze" û bang li Kurdistaniyên li Fransayê kirin ku beşdarî xwepêşandanên girseyî bibin.