ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva 9'ê Hezîranê ya Kurdistan û Cîhanê.

Bûyerên têkildarî hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê wê werin şopandin.

Nerazîbûna li dijî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Mexmûrê dewam dike.

Gerîlayên YJA Starê yên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê têdikoşin, diyar kir ku di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de berxwedaneke lehengî tê kirin û dewleta Tirk her roj derbên hîn girantir dixwe.

Emnîne Şenyaşar anî ziman ku heta kurê wê Fadil bê berdan wê nobeda edaletê dewam bike û destnîşan kir ku heta kujer bêne girtin û kurê wê bê berdan, wê li qada çalakiyê be.

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke bal kişand ser mikujhatinên serçete Peker ên têkildarî Elmanyayê û ji hikumeta Merkel û yekîneyên ewlekariyê xwest ku bikeve nava liv û tevgerê.

KCDK-E, wê êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Ewropa û gelek welatên cîhanê bi çalakiyan şermezar bike.

Parlamentera Parlamenta Ewropayê ya ji Partiya Çep Malin Bjork têkildarî çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi kar anîne, pêşnûme pirsek pêşkêşî Servîsa Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê kir.

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP'ê da û bi peyamekê piştgiriya xwe ji HDP'ê re ragihand.