ROJEVA 9'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Parlamentera partiya Sosyalîst a Swêdê Fehlmann Rielle Laurence têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sernavê "Divê em lîderê Kurd Abdullah Ocalan ji nava tecrîdê derxînin" pêşnûme pirsek da.

Hunermend Hesen Şerîf ku ji gundê Kêste ye, li ser berxwedana li Kêste bi sernavê 'Zinarê Serbilind' stranek amade kir. Hesen Şerîf bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, li dijî dagirkeriyê divê Kurd bibin yek.

Ji fermandarên HPG'ê Laşer Rodî işaret bi girîngiya xweparastinê kir û got, "Xweparastin ne tenê ji bo mirovan, lê ji bo tevahiya zindiyan girîng e."

Zapatîsta di 13'ê Tebaxê de li Madrîdê derdikevin qadan. Zapatîstayên ku nêzî 400 salî li dijî mêtingeran li ber xwe dan, wê xwe bigihînin Kurdan jî.

Skoçya ku di bin serweriya Brîtanyayê de ye, xwe ji bo referandûmê amade dike. Serokwezîr Nicola Sturgeon ragihand ku wê ji bo serxwebûnê careke din referandûmê pêk bînin.

Li şikefta Guattari ya li nêzî bajarê San Felice Circeo yê Îtalyayê hestiyên 9 mirovên Neandertal hate dîtin ku beriya 90 hezar heta 50 hezar salî sax bûn. Wezareta Çandiniyê ya Îtalyayê ev vedîtin weke 'awarte' pênase kir.

Li Qûdsê di şerê şeva Înê de zêdeyî 200 Fîlîstînî û 17 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.