ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakiyên bîranînê ku wê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bêne lidarxistin, wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê werin şopandin.

- Tecrûbe nîşan didin ku 'sira dewletê', parastina berpirsyaran û israra bêcezahiştinê, hevkariya sûc e. Dosya Maxîme Azadî ya têkildarî komkujiya Parîsê.

- Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn têkildarî komkujiya Parîsêw got, "Ya ku êrîş li ser hate kirin û qetil kirin, meşvana pratîkî ya felsefeya Birêz Ocalan bû. Êrîş li dijî îdeolojiya rizgariya jinê bû."

- Rêbazên xwe cuda jî bin, gelek aliyên hevpar ên kujerên herdu komkujiyên Parîsê Wîllîam Malet û Omer Guney hene.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven diyar kir ku bêyî destûra NATO'yê, welatekî NATO'yê nikare li welatekî din ê NATO'yê çalakiyekê bike û di komkujiyên Parîsê de işaret bi rola Gladîo ya NATO'yê kir.