ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji ber salvegera Komkujiya Parîsê ku ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, li bajarên Kurdistanê û Ewropayê wê çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda di salvegera komkujiya Parîsê de qala berxwedan û têkoşîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kir.

- Necah Gulo bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê destnîşan kir ku wê li pey doza şehîdan bin û tola hemûyan hilînin.

- Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso got, "Dewleta Tirk ku nekarî xwe li têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê rabigire, her tim ji Kobanê aciz bû û her cara firsend dît, êriş kir." Eyşe Hiso destnîşan kir ku wê bi xurtî li dijî van êrişan têbikoşin.

- Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Selma Aslan anî ziman ku bi binpêkirina pîvanên bajarvaniyê, avahiyên ku li Sûrê mîna girtîgehan hatine çêkirin, ji bo têkbirina têkiliyên cîrantiya berê û hilweşandina çanda herêmê ye.