ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Gerîlaya YJA Starê Dr. Rûken Samsûn destnîşan kir ku berxwedanek mîna ya li Werxelê kêm caran di dîroka cîhanê de hatiye dîtin û got, "Îrade û baweriya hevalên me hêzeke mezin dide me."

- Bloka Neteweyî ya Galîçyayê bi dirûşma 'Em ê bi ser bikevin - Galîçyayeke Nû' kongreya xwe ya 17'emîn li dar xist. Di kongreyê de piştgirî ji gelê Kurd û HDP'ê re hate dayin ku dibin hedefa êrişên qirkirinê. Dewleta Tirk jî weke 'hêza dagirker' pênase kir. Di kongreyê de piştgirî ji biryara Parlamenta Katalan re hate dayin ku 20'ê Cotmehê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kiribû.

- Însiyatîfa Neteweyî ya ji bo Efrînê, ji bo sûcên qirkirinê yên li Efrînê têne kirin li dadgeha navneteweyî bêne darizandin li Berlînê dest bi nobedê kir.

- Zêdeyî 800 koçber ji aliyê keştiya 'Sea Eye 4' ve hatin rizgarkirin ku Sea Eye saziyeke civakî ya Elman e. Ocean Viking jî li bendergehekê digere ku karibe zêdeyî 300 koçberan lê peya bike.