ROJEVA 8'Ê GULANA 2021'AN

Li Kurdistan, Tirkiyê û cîhanê rojevên ku derketine pêş.

-Grêva birçîbûnê ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe didome, wê were şopandin.

-Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Metîna, Zap û Avaşînê yên Qadên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

-Nalîn Mêrdîn ku di nav 21 salan de li çar cihê cuda hatî veşartin, bi goreya ku beriya bi 21 salan dema ku şehîd bûyî di piyê wê de, di nav qotiyeke plastîk de dane malbatê.

-Gerîlayê HPG’ê Canşêr Botan diyar kir ku gerîla bi berxwedaneke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk rabûne û got,’’Li her çeperê li dijî dijmin amade ne.”

-Gerîlaya YJA Starê Roj Argeş a diyar kir ku Xakûrkê ji bo gerîla herêmeke cinete got: “Wisa hîs dikim ku li qada Xakûrkê ji nû ve hatime dinê. Li ser vê xakê bi kesaya xwe hisiyam, min xwe nas kir.

-Alîkarê berê yê Wezîrê Karê Derve yê Misrê Sefîr Ehmed El Qawisnî têkilî hevdîtinên Misir-Tirkiyê got Misir bi her hawî wê berjewendiyên xwe biparêze.

-Li Qdsê şevê di şerê polîs  û Filîstîniyan de bi sedan kes birîndar bûn.

-Tê îdiakirina di êrîa hewayî ya Israîlê de ya li ser Sûriyê milîsên Îranî jî di nav de gelek kes mirine.

-Li Kanadayê êşeke ku van salên dawî derketiya û ziyanê die mêjî bû sedema fikaran, sedema nexweşiyê nayê zanîn û ev fikaran zêdetir dike.