ROJEVA 8'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Nasir Yagiz ku 108 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, nameyek ji jinên di çalakiyê de ne şand.

- Zarokên Êzidî yên doh li Baxozê ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarikrin, diyar kirin ku çeteyên DAÎŞ'ê piştû ew revandin, birin kampên bi navê 'Eşbal el-Hîlafe' û li wir perwerdeya leşkerî û olî dane wan.

- Festîvala Fîlm û Forûman a Navneteweyî ya bi mijara Mafên Mirovan a Cenevreyê (FÎFDH) îro dest pê dike. Festîval wê heta 17'ê Adarê bidome û tevî nîşandana fîlmên li ser mafên mirovan, wê forûm jî bên lidarxistin.

- Leyla Guven ku ji ber nûçe û wêneyên xwe hate girtin û berî demeke nêz hate berdan, bal kişand ser berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven û got, "Divê em dawî li vê bêdengiyê bînin."

- Endama Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Zîlan Tolhildan ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê banga xwedîderketinê kir û got, "8'ê Adarê divê jin û ciwan li dijî faşîzmê bibin yek û dakevin qadan."

- Li Îdirê li dijî tifaqa qirêj a AKP, MHP û IYI Partî, gelê bajêr wê bibêje HDP. Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya bajarê Îdirê gotin, ne tifaqa qirêj, wê biratiya gelan wê bi ser bikeve.

- Hevseroka HDP'ê ya bajarê Mêrdînê Eylem Amak diyar kir, gel wê di hilbijartinê de bersiveke xurt bide qeyûman û qeyûman biavêje ser sergoyê dîrokê.

- Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Agiriyê Abdûrrahman Dogar got, gel wê di hilbijartinên 31'ê Adarê de şaredariyê ji destê qeyûman derxîne.