ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Bûyerên piştî qetilkirina sê Kurdan a li Parîsê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê werin şopandin.
- Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an hatin qetilkirin wê çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.
- KCK ji ber salvegera 10'an a komkujiya 9'ê Çileyê daxuyaniyek weşand û sê şoreşgerên Kurd bi bîr anî. KCK'ê rexne li Fransayê kir ku komkujiyê dinixumîne û diyar kir, bi vê helwestê re bingeh ji komkujiya Parîsê ya duyemîn de hate amadekirin.
- Aktîvîsta TJA'yê Selcan Saygi ragihand ku sê şoreşgerên Kurd ên beriya 10 salan li Parîsê hatin qetilkirin rêya wan hîn jî ronî dikin û got, "Ji Rojava heta bi Îranê jin li dijî sîstema bi serweriya mêr veguherîn Sakîneyan."
- Fermandarê YRK'ê Şiyar Şevger anî ziman ku li gel provokasyonan jî wan dawî li agirbestê neanîne û got, "Em li gorî berjewendiyên gelê xwe tevdigerin."
- Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst ji ber sûcên xwe yên şer divê li dadgehên navneteweyî bê darizandin û got, "Heta ku darizandin pêk were divê em têkoşîna xwe mezin bikin."