ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2022’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Bi wesîleya salvegera qetlîama Parîsê li gelek bajarên Ewropayê wê bi slogana ‘Heta ku edalet di tariyê de bimîne, Frans sûcdar e’ meş û mîtîngên protestoyê wê werin lidarxistin.

- Di dosyeya qetlîamê Parîsê de ya ku 9 sal berê sê jinên şoreşger ên Kurd hatibûn qetilkirin, tu pêşketin tune. Siyasetmedar raza dewletê ranakin, serwîsên polîsan ne çalak in.

-Yek ji fermandara YJA Starê di rojnivîska xwe de qala pêşenga tevgera azadiyê ya jinan Sakîne Cansiz dike û dibêje ‘Çend jin hene ku hê dema dijiyan bûne efsane? Çend jin hene ku jiyana wan her dem şer e?”

-Parlementerê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk diyar kir ku bi girtîgehên Tîpa S re tê xwestin girtî bi tenê bimînin, bênasname bibin, beden û hişê wan were dîlgirtin.

-Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir desthilatdarî bi êşkence û qetlîamên li girtîgehan dixwaze peyamekê bide derve.