ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Welat Şehmûs Kaya daweta xwe di 15'ê Tebaxê de çêkir û şeva dawetê tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku rojeke Tebaxê şehîd bû, bi navê Hebûn mîrateya berxwedanê ji gelê Kurd re hişt.

- Elmanyayê plan dikir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka nebûlan personelên li balafirgehan, 2 hezar ewlekaran ji Tirkiyeyê bîne. Lê belê ev plan bi ser neket. Li gorî agahiyan, heta niha tenê karker karîbû ji lêkolîna ewlekariyê derbas bibe.

- Kasim Ogûç ku li Amedê pîşeyê pêlavan dike, anî ziman ku ciwan xwe nadin ber vî karî.

- Buşra Mihemed Hesen a ji Kerkûkê ye, 30 sal in bi xwe debara xwe dike: "Ji bo ku li hemberî rewşa giran a jiyanê bisekinim, 30 sal beriya niha min biryar da ku karekî ji bo xwe peyda bikim, ji bo dabînkirina debara malbata xwe li ser piyan xwe bisekinim."

- Bekir Hec Îsa got, "Dewleta Tirk nekarî bi şerê leşkerî projeya me tune bike, îcar hewl dide bi xiyanetê vê yekê bike. Ji bo projeya Neteweya Demokratîk me bi hezaran şehîd dane, em tu car nahêlin proje têk biçe."