ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, "Rewş gelekî cidî ye. Heta ku agahî ji Rêberê me bê wergirtin divê gelê me li qadan be."

- Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku CPT, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi erêkirina tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê bûne şirîkê vî sûcî.

- Çalakgerên hefteya 546'an a Nobeda Azadiyê, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Saarbruckenê ne.

- Lêkolîner Mûhammed Fethî Al Şerîf ragihand ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê piralî ne û got, "Êrîş ji bo her cihî metirsiya ewlekariyê ye. Divê her kes li ber rabe."

- Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Erdal Kobanê got, "Em ê bi canê xwe vê xakê biparêzin. Heta ku em hebin wê dewleta Tirk nikaribe vê derê dagir bike."

- 'Divê Tirkiye bê boykotkirin, weke cihekî betlaneyê neyê dîtin: ji ber ku Tirkiye dixwaze Şoreşa Rojava ji holê rake. Rojava şoreşeke jinê ye. Divê çi ji destê jinan bê, ji bo parastina Şoreşa Rojava bikin."

- Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Feratê Bekir Ceradê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi taybet êrîşî dibistanan dike û got: "Dibistan nemînin em ê xwendekaran di malan de perwerde bikin."

- Dr. Kamûran Berwarî: Redkirina hevdîtinê ya Ocalan a ji bo CPT tê wateya redkirina sîstema navneteweyî, Tirkiye, herêmî û cîhanî. Rabûna li ber vê zalim û bêbextiya komployê ye. Peyamek ji bo cîhanê ye.