ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê êrişê dibe ser Rojava û Başûrê Kurdsitanê, bi qetilkirina sivîlan hewl dide ku qadên dagirkirî zêde bike. Mehên dawî herî kêm 30 sivîl hatin qetilkirin ku herî kêm 7 ji wan zarok in.

Ji Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim diyar kir ku ya girîng ji bo têkoşîna jinê; mayindekirina hevgirtinê û xurtkirin e.

Siyasetmedar, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan ên tevlî 'Konferansa Neteweyî ya li dijî dagirkeriyê' bûne, qetilkirina 7 gerîlayên HPG'ê bi destê PDK'ê şermezar kirin.

Gerîlayan dîmenê artêşa Tirk ên di dema bikaranîna gazên bi jehr de yên li dijî tunelên şer ên li Werxelê kişandin.

Gerîlaya HPJ'ê Zîlan Mako bi bîr xist ku jin hem ji aliyê sîstemê hem jî ji aliyê zîhniyeta mêr ve têne tepisandin û got, pêwîstî bi pêngavên mîna ya KJAR'ê heye.

Jinên li paytexta Efganistan Kabûlê, zextên Talîbanê yên li ser jinan bi çalakiyekê şermezar kirin. Jinan di çalakiyê de gotn, "Em hêdî hêdî ji holê têne rakirin."