ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Çiya bi çiya geriya Sakîne Cansiz ango Sara… Şervantî, fermandarî, mamostetî û hevaltî kir. Nav û sembola berxwedana şoreşgera jin a Dersimê ya ku li hemberî dijminê xwe serbilind rawestiye.

- KJK'ê got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jinê, di şexsê jinên Kurd de êrişî xeta azadiyê ya jinê ya gerdûnî dike. Jinên Kurd berê xwe dane azadiyê, serketinê. Ti hêz nikare li ber vê hest û daxwaza jiyana azad û wekhev a jinan rabin."

- Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Mahîr Dogan diyar kir ku desthilatdariya Tirk her tişt li gorî şer amade kiriye, lê belê di şer de têk çûye û got, "Berxwedan bi ser ket, krîza aboriyê giran bû. Li her qadê wê têk biçe."

- FED-MED, di salvegera 9'an a Komkujiya Parîsê de bang li her kesî kir ku 8'ê Çileyê li ber DGB Haus a li Dusseldorfê saet di 13:00 de tevlî meşê bibin.

- Bêrîvan Cûdî ku jineke Ereb a ji Şeddadê ye, anî ziman ku bi gotina 'Her kes ji çiyê dakeve jî divê jin qet danekevin' a Abdullah Ocalan û gotina 'Jiyana min timî bi têkoşînê bû' ya Sakîne Cansiz wê dest bi lêgerîna li azadiyê kiriye.

- Nobeda Azadiyê ku bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re' 10 sal in bi biryardarî dewam dike, ji aliyê ciwanan ve dewr hate girtin.

- Du sal in agahî ji xwendekara zanîngehê ya li Dersimê Gulistan Dokû nayê wergirtin. Dayika dilşewat li cihê ku keça wê winda bû daxwaza edaletê dike.