ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ku li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Li ser pirsa Kurd tişta sereke ku divê mirov deyne holê,nêzîkatiya rasteqînparêz a li vê pirsê ye. Nexasim niha ev pêdivî ji her demê zêdetir girîng bûye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd tevlîhev û pirhêlî ye..Dijwariya wê ji vir tê. Mirov vê pirsgirêkê li ser beşekî dîrokê, li ser hin bûyer û diyardeyan bixwîne, mirov wê hepsî pênaseya serdestan bibe.  Divê mirov hay ji vê kemînê hebe.

-Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatî dagirkirin û zilim lê heye, cihê jiyanê nemaye. Piştî dagirkeriya dewleta Tirk Efrîn vegûherî bajarê xeyaletê

-Dayika Mehmet Dazlak Azîme Dazlak  ku sekvanan kurê birîndar kirî got, ‘’Kurê min ku îro dikarîbû ji bo parêzeriyê ku tim xeyala wê dikir hewl bide, di rêyên nexweşxaneyê de dirize’’.

-Li Elmanya li dijî pêla populîst a rastgir ku li dijî neheqiyên sosyal geş dibe bi pêşengiya Seroka Komê ya Partiya Çepgir Sahra Wagenknecht tevgereke nû ya çepgir tê damezirandin.

-Komeke ciwan a Misilman û Yahûdî ji bo ku balê bikişînin ser dijminatiya li Yahûdiyan û dijberiya koçberan a li Elmanyayê wê serdana kampa Auschwîtzê bikin, ku bi sed hezaran Yahûdî lê hatibûn kuştin û tevlî bernameya perwerdehiyê bibin.