ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- 'Doza Kobanê' ku siyasetmedarên Kurd lê têne darizandin wê li girtîgeha Sîncanê dewam bike.

- Wekîlê YNK'ê Zîkri Zêbarî got, dewleta Tirk li her devera ku dagir dike daran dibire, baregehên eleşkerî çêdike û destnîşan kir, ku ji bo pêşîgirtina li dagirkeriya dewleta Tirk divê her kes helwesteke cidî nîşan bide.

- Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal a Elman diyar kir ku parvekirina agahiyên li ser komeleyên Kurdan bi îstîxbaratê û midûriyetên emniyetê re, li dijî hiqûqê ye.

- Girê ku gelê Asûrî jê re 'Marya' dibêje, li navenda Zapê mîna kelehekê ye. Ev gir li leşkerên Tirk bûye Girê Cehennemê.