ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Tîrmeha 2020'an.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb ku 5'ê Tîrmeha 2019'an ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bû, bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan cihê xwe li nava lehengên Kurdistanê girt.

Parêzer Bariş Baran nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq derbas nabe. Baran got, ti civak nikare demeke dirêj xwe li polîtîkayên şer rabigire.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran êrişên li ser destketiyên jinan nirxand û got, "Li dijî her kevneşopiyên ku li nava civakê weke 'nayên guhertin' jin têdikoşin. Veguherînek pêk hat."

Kurdistanî tevî dostên xwe li gelek welatên Ewropayê daketin qadan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û qetilkirina 3 jinên Kurd li Kobanê, şermezar kirin.

Neonaziyên ku xwe weke dewama NSU pênase dikin, gefa kuştinê li Alîkara Seroka Giştî ya Partiya Çep Janîne Wîssler xwarin.

Rêya Armûşê bi nifûsa xwe ya ji 400 hezar kesî navçeya herî mezin a Wanê ye. Bi sedan axurên li navçeyê ji aliyê qeyûmê li şaredariyê tên hilweşandin.