ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku di encama têkoşîna tevgera azadiyê de faşîzma AKP-MHP'ê gihîştiye ber tunebûnê û got, "Tenê maye ku eniyeke xurt a demokrasî û muxalefetê ya bi îrade û perspektîf bi rola xwe rabe."

- Gerîlayên HPG'ê ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin gotin, "Bila her kes zanibin ku hêz û derfetên me hene ku li dijî êrişên hovane yên artêşa Tirk bi rê û rêbazên cuda li ber xwe bidin."

- Nivîskar û wêjevan Mehmet Çakmak diyar kir ku wêjeya Kurdî gihîştiye asteke girîng û tevî vê yekê jî bal kişand ser vê xeteriyê, "Nasnameya me ya polîtîk ava bû û em refleksên civakî nîşan didin. Lê mixabin heman sekn di mijara Kurdî de nayê nîşandan. Eger îro Kurdî li gundan jî nayê axaftin, hingî xetereiyeke gelekî mezin li pêşiya civaka Kurd e."

- Rêxistina Ciwanan a Demokratîk a Nû ragihand ku wê tevlî kampanya piştevaniya bi zarokên li Şengalê û Mexmûrê re bibe û banga "Em piştevaniya bi zarokên Şengal û Mexmûrê re mezin bikin" kir.