ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ragihand, 29'emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê di 17-18'ê Îlonê de bihata lidarxistin, neçar mane ku ji bo 24-25'ê Îlonê taloq bikin.

Artêşa Tirk ku nikare li hemberî gerîla şer bike, 16'ê Hezîranê benzîn berda nava tunelê û hewl da gerîlayên di tunelê de bişewitîne.

Naskirina Berçem Armanc a rastiya azadiyê, dibe sedem ku fêm bike, ji bo azadiyê têkoşîneke mezin pêwîst dike. Ji ber wê xwe her tim ji bo ya herî zor û zehmet re amade dike. Her tim xwe ji bo qadên herî zehmet ê gerîla re pêşniyar dike.

Yekîtiya Navneteweyî ya ji bo Parastina Xwezayê bal kişand ser metirsiya li ser cihêrengiya bîo. Hate ragihandin ku ji 138274 cûreyî 38543 jê li ber tunebûnê ne.

Li herêma Tîgray a Etiyopyayê, ku ji ber şerê par dest pê kir û bi mehan dewam kir, pirsgirêka giran a av u xurekê heye, tevî ku alîkarî jê re hate şandin jî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku bi milyonan mirov bi metirsiya birçîbûnê re rû bi rû ne.