ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li ser Komploya 9'ê Cotmehê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ji ber qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî destpê kir, şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku şeş meh in dewam dike û çalakiya fedaî ya gerîlayên YJA Starê ya li Mersînê bersiv da pirsên Medya Haber TV.
- Felsefeyeke me heye ku li dijî felsefeya mirinê, parastina jiyanê dike. Em di wê baweriyê de ne ku di canekî hatiye fedakirin de jiyaneke nû şîn dibe, azadî şîn dibe. Lê belê hin kêlî jî hene ku em dibêjin, eger mirin wê bibe bila bi vî rengî be. Hevrê Sara û Rûken mînakên bêhempa yên vê yekê ne.
- Di 'Tûfana Jîna' de dilê mirovan bi hev re lê dide. Ji bo jiyana azad a yeka/î din hewl tê dayin. Her kes şopdarên xwezayî yên mîrateya Jîna ne; raperîna azadiyê ji cihê ku hiştiye, dewam dike.
- Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî her cûre çekên kîmyewî, bi derfetên kêm berxwedaneke mezin dikin. Û ev ruhê serketinê yê berxwedanê her roj mezintir dibe. Yekane hêza ku dagirkeran têk bibe gerîla ye.
- TJK-E di salvegera komploya navneteweyî de wê bi dirûşma 'Azadiya Rêbertî azadiya me' ye di 8'ê Cotmehê de li her devera Ewropayê çalakiyan lidar bixe. Ji bo van çalakiyan jî banga tevlîbûnê kir.