ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Ev ne tenê têkçûna artêşa Tirk a li şerê Werxelê ye. Her wiha wêneyê wê ye ku bi komeke gerîla jî nikare.

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Altûn anî ziman ku sînor bi qasî ji bo Tirkiye xwedî girîngî ye ji bo Kurdan jî girîng in û got: “Dema Rojava hate dagirkirin, ti hesasyeta sînor nebûn, çima ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiye, mirovên ku ji ber şer koçber bûne sînor derbas dike dibe hesasyet e.”

Çalakiyên Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê weke her hefte wê îro jî bê şopandin.

Ji bo navçeya Qelqelî ya Wanê ji navçeyên derdor 94 cerdevan hatin wezîfedarkirin. Ev kes bê ku qet bên Qelqeliyê muçeyên cerdevaniyê digirin.

Zanyaran ji quncifîna hîdrojen û okyanûsê pêk hatî celebekî dî yê wirde gerestêrkan pênase kir.