ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2021'Ê
Rojeva sereke ya Kurdistan û cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan û cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Bûyerên têkildarî êrişa li ser kampa Êzidiyan a Qadiya ya bajarê Zaxoyê wê were şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku pêwîstiya Kurdan û hêzên demokrasiyê bi têkoşîneke hevpar û topyekûn heye.
Berpirsyarê Çapemeniya QSD'ê Ferhat Şamî anî ziman ku armanca dewleta Tirk têkbirina aramiyê, jinûve zindîkirina DAÎŞ'ê ye û got, "Dewleta Tirk bi êrişa li ser her cihî hewl dide xwe ji nava krîzê derxîne."
Artêşa Tirk a dagirker ku dike nake li hemberî hêzên gerîla nikare bi pêş ve biçe, kerbê xwe ji xwezaya Kurdistanê vedike.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo El Qaîde û Talîbanê tespîta rêxistinên paravan dike û dibêje, "Bihata xwestin di nava 24 saetan de dikarî bû bêne qedandin."
Zanyaran di nava meha Tîrmehê de li bakurê Groenlandê giraveke nû keşif kirin.