ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê di dema xwe ya dawîn de ye û got “Heke desthilatdariya AKP û MHP’ê qels dibe, ev bi saya têkoşîna tevgera me ye”

- Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer got, sala 2022'an wê hîn bêhtir giraniyê bidin ser dîplomasiya cemaweriyê û diyaloga bi welatên Rojhilata Navîn re.

- Endama Koordînasyona Kongreya Star Ayşe Mahmûd bal kişand ser bandora şerê taybet ê dewleta Tirk a li ser jinan û got, ew li ber vê yekê radibin.

- KNK'ê sala nû pîroz kir û ev bang li hêzên Kurdistanî kir, "Her bi çi rengî be bila bibe, divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi tifaq û bi hevkarî hewldanên dijmin û dagirkeran bêne têkbirin.

- Malbata Barzanî û MÎT ku dixwaze sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Efrînê binixumînin, di çarçoveya planên rewakirina dagirkirina Efrînê dixebitin.

- Çavdêrên siyasî bal kişandin ser ser mezinbûna metirsiya êrişên DAÎŞ’ê ya ji bo Iraqê û gotin, "Iraq bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ye û herêma Kurdistanê jî ji wan metirsiyan wê bê par nebe."

- Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Kaçan: Di têkoşîna xwe ya 27 salî de me serî li ber ti zext, êrîş û tevgerên êsîrgirtinê netewandiye, ji niha û şûnde jî natewînin. Em rûmet û kerameta Iraqê diparêzin, rêz ji hiqûqa wê re digirin, divê ew jî rêz ji bo me bigire.

- Li gel banga Kurdan û raya giştî ya demokratîk, di serî de OPCW saziyên têkildar ên navneteweyî li pêşberî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bêdeng man.