ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir li ser nîqaşa li nava civakê ya der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, "Ji bo tevneke têkoşînê ya yekbûyî li dijî tecrîdê bê danîn, îrade diyar bûye."

Pisporê Misrî Dr. Ahmed Sayed Ahmed anî ziman ku Efganistan a bi rêveberiya Talîbanê wê komên cîhadîst hemûyan motîve bike, moralê bide wan.

Li hin eyaletên DYE'yê yên ku komarger lê serwer in, mafê dengdanê yê hindikaniyan hate kêmkirin. Ev yek hate şermezarkirin.

Artêşa Tirk ji bo bikeve nava tunelên şer ên li Werxelê, çekên kîmyewî jî di nav de bi her awayî êriş dike. Tevî vê yekê jî nikare berxwedana gerîla bişikîne.

Gerîla bi çalakiyên xwe yên ji aliyê serketin û taktîkî ve dewlemend in, berê xwe li ser ketinê ye.