ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Di ser komkujiya 33 Guleyan re 78 sal derbas bûn ku li navçeya Qelqelî ya Wanê rû da. Dewleta ku ji bo têkiliya Kurdên li Rojhilat û Bakur ji hev qut bike 33 gundiyên Kurd qetil kir, îro jî bi heman sedemê dîwar li ser sînor lê dike.

Malbatên Şehîdan ên Efrînê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a li ser şehîdgeha Efrînê da û diyar kirin ku ew dixwazin zanibin bê cenazeyên şehîdan bi ku ve birine.

Saziyên jinan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, bi dirûşma "Bi yekîtiya jinê em ê şoreşa demokrasiyê ava bikin" konferansa 2'emîn a jinê wê li paytexta Lubnan Beyrûdê li dar bixin.

Di 'peymana kesk' a Yekîtiya Ewropayê de li şûna bikaranîna çavkaniyên enerjiya xwezayî, gelek welatên endam dest bi çêkirina projeyên santralên nukleerî kirin.

Gerîla Adil ji bo derbê li hêzên dagirker ên li qada Mamreşo bixe, bêteredût bêfikar bi ser dagirkeran ve çû. Rahişt çenteyê xwe, çeka xwe jî avêt ser milê xwe.

Li Yewnanistanê hewa ku ji doh ve gelekî germ bû, tê payin ku hefteya bê jî dewam bike.