ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2021'Ê

Ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê sernavên sereke.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin, wê bê şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Sancar diyar kir ku têkçûna DAÎŞ'ê li Kobanê di heman demê de xitimandin û têkçûna polîtîkaya AKP'ê ya li ser Sûriyeyê bû û got, "Di dilê AKP, MHP û şirîkê wan ê desthilatdariyê de hêrseke mezin heye. Tola vê hiltînin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "Bicihanîna armancên mezin ên şehîdên meha Gulanê ji bo me fermaneke pîroz e. Berpirsyariya me ye ku xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Endama Parlamenta Ewropayê Evîn Încîr ku 'Doza HDP'ê' li gel hempîşeyê xwe yê Îtalyayî Brando Benifei dişopîne, bêdengiya civaka navneteweyî ya li pêşberî kiryarên Erdogan rexne kir.

Ji berxwedêrên Kobanê Çiyazan diyar kir ku bi têkçûna DAÎŞ'ê re dewleta Tirk kete nava sendromeke mezin, ji bo tola vê têkçûnê hilîne êrişî HDP'iyan dike û got, "Ya divê bê darizandin rejîma AKP-MHP a faşîst e ku piştevanê terorê ye."

Dewleta Tirk ku di salên 2000'î de konsepta şer careke din xiste dewrê, jinûve dest bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê kir. Vê carê bi gotina, "Beriya qedandina PKK'ê em ê vengerin" tevgeriya, lê li Zapê derba herî giran xwar.

Hişyarî tê dayin ku okyanûsên her sal bêhtir bi plastîkan tên herimandin, eger tedbîr neyên girtin wê bibin qadeke welê ku di nava 30 salî de masî jî lê nemînin.