ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.

- Qeyûmê ku sala 2016'an li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate danîn, li şûna ku 306 karkerên ji kar hatibûn derxistin li gel biryara dadgehê ji nû ve tevlî kar bike, bi sedan AKP'î xist hundirê şaredariyê.

- Nivîskar Elî Kerîmî: Ev ciwanane zêde li ser siyaseta Rûsya, Emerîka û Îsraîl kûr nebûne, ti têkiliya wan bi vê yekê nîne, armancên wan diyar in, li benda ti dewletekê namînin ku şoreşa wan bi ser bixin. Bi hewldan û keda xwe şoreşê dikin. Ew dizanin çi dixwazin.

- Eşkere bû ku VEDAŞ'ê li gel Emniyetê kamerayên veşartî li saeta elektrîkê ya li ser dîrekan bi cih kiriye. Yekîneyên Tolhildanê yên Eyaleta Serhatê hişyarî dan VEDAŞ'ê.

- Dr. Anjila Al Maamari got, ji bo jinên li Yemenê ku 7 sal in bê navber şer li vî welatî diqewime, pêwîstî bi stratejiyeke hevpar û rêxistiniyeke sîwanî heye.