ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan sala 2021'ê ji aliyê jinê ve nirxand û got, "2022 wê bibe saleke ji têkoşîneke mezin re. Em ê teqez bi ser bikevin."

- Sala 2021'ê li Garê, Zap, Metîna û Avaşînê, di êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de bi giştî 40 gerîlayên HPG û YJA Starê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Wan gerîlayan bi rojan li ber xwe dan û bi gazên qedexekirî şehîd bûn.

- Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê got, di sala nû de hem ji bo metirsiyan beralî bikin hem jî sazîbûna sîstemê temam bikin, amadekariyên wan ên mezin hene.

- Gerîla Armanc Welat û Zinarîn Zinar ku bi wêrekiyeke mezin tevlî şerê li Heftanînê bû û bêtirs li dijî dijmin şer kirin, 19'ê Cotmeha 2020'î tevlî karwanê nemiran bûn.

- Şaredarê berê yê Kopenhagenê Villo Sigurdsson ragihand ku yek ji şertên herî girîng û pêşîn ên aştiya li Rojhilata Navîn derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' ye û got, "PKK tevgereke azadiyê ye.