ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku Zîlan pîvana jiyanê û xeta çalakiya fedaî destnîşan kiriye û got, "Hevala Zîlan kesayeteke ji pîvanan e."

- Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan got, "Gelekî ku xwedî van pêşeng û şehîdên mezin be, teqez mehkûmî serketinê ye. Wexta wê ye ku her kes xwedî li nirxên xwe û hebûna xwe derkeve; di vê demê de bêrefleks mayîn mirine."

- Ya ku di 30'ê Hezîranê de li Dersimê teqiya qîrîna azadiyê ya jinê ya 12 hezar salî bû, qîrîna azadiyê bû... Rastiya Zîlan a fedaîbûyî dîrok ji nûve nivîsand. Dîrok vê carê bi wêrekî, bedewî û aqlê jinê dihate nivîsandin.

- Gerîlaya YJA Starê Jiyan Ararat anî ziman ku di şexsê Zîlan de jiyana bi wate û azad hîn bi zelalî hate fêhmkirin û got, "Kêliyeke bi tenê ya jiyanê vala derbas nekir. Bi eşq, dilxwazî û wateyeke mezin her kêlî derbas kir."

- Gerîlayê HPG'ê Agir Qamişlo destnîşan kir, ku keda azadiyê ya gerîlayan afirandine nikare bê tunekirin û wiha axivî, "Em ê teqez hesab ji dijmin bixswazin. Îsal nebe jî sala bê, lê em ê teqez hesab bipirsin."

- Gerîlayên YJA Starê ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê şehîd Zîlan bi bîr anîn û gotin, "Hevala Zîlan xeteke berxwedanê afirand. Bi çalakiya xwe ya fedaî nîşan da bê jin çiqasî wêreke û xurt e."

- Hîndekarê Zanîngeha Hewlêrê Dr. Raîd Rifed li ser hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê axivî û got, "Ne tenê li dijî dagirkeriya leşkerî ya dewleta Tirk, her wiha li dijî dagirkeriya çandî jî pêwîstî bi serhildaneke girseyî heye."