ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Dewleta Tirk ku nekarî xwerêvebirina Kurdan a bi Şoreşa Rojava re rabigire, bi dehan plan xiste dewrê; berê çeteyan da herêmê, bi xwe êrîş kir, dagir kir, li gel êrîşan hîn jî gefên dagirkirinê dixwe.

- Bêrîtan Koçer ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê di ciwantiyê de tevlî nava refên gerîla bû, weke fermandareke ciwan beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dagirkeran xist.

- Çeteyên DAÎŞ'ê digot ku wê nimêja Cejna Qurbanê li mizgefta li navenda bajêr bikin. Nekarîn vê bikin û nimêj ji aliyê gel û şervanên azadiyê ve hate kirin. Mele, Şêx Ehmed Hemo qala wê demê kir.

- Hejar Kakayî bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya li gel sûcên Tirkiye û got: “PDK rê nade ku Iraq li dijî Tirkiye li qada navneteweyî bikeve nava tevgerê."