ROJEVA 3'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl anî ziman ku biryara NATO'yê parçeyek ji konsepta nû ya li dijî Kurdan e û got, "29'ê Hezîranê û Swêd tesadûfî nînin. Ji bo êrişeke dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê lampeya kesk vêxistin."
- Hevrêya Nûjiyan Erhan, Jînda Asmen ku belgesel li ser wê çêkir, wiha axivî "Her tişt weke berpirsyariyekê û dewama hevaltiyê qewimî."
- Pêşengê serhildana Raperînê ya Herêma Behdînan Sadiq Omer Sindî ku çirûska yekem a raperînê pêxistibû, ji aliyê hêzên ser bi PDK’ê û Barzaniyan ve tê şehîdkirin.
- Gerîlayên YJA Starê Sorxwîn Serhad û Stêra Ararat destnîşan kir ku çalakiyên bi çekên hawanê dikin, psîkolojiya leşkerên Tirk ser û bin kiriye.
- Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ew bi ruhê şehîd Zîlan şer dikin û gotin, "Bi têkoşîn û berxwedana xwe divê em hêjayî xeta hevala Zîlan bibin."