ROJEVA 3'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Masîro Amed di dema nobedê de gava ku dît artêşa Tirk nêzî tunelên şer dibe, dest li wan werda, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir.

- Gerîlaya HPJ'ê Arjîn Niştiman bang li jinên Kurd, Fars, Ereb, Azerî û Belûc kir ku li dora îdeolojiya rizgariya jinê bibin yek û destnîşan kir uk divê jin mafê xwe yê xweparastinê bi kar bînin.

- Di bazirganiya narkotîk û fûhûşê de Wan piştî Stenbol û Edeneyê bûye bajarê sêyemîn. Ji ber ku axayên hin eşîran, cerdevan û çawişên pispor li pişt hene, bazirganiya narkotîk û fûhûşê ewçend bi hêsanî li Wanê tê kirin.

- Komuna Govendê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistiniya xwe ya li 20 bajarên cuda govendê digihîne nifşên nû. Îbrahîm Hemê got, "Mirov bi folklorê dikare çanda xwe yan jî şoreşê ji gelekî re vebêje."

- Sala 2013'an ji OPCW re Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dayin. Vê yekê 'bavê şerê kîmyewî' Fritz Haber anî bîra mirovan ku sala 1918'an Xelata Kîmyayê ya Nobelê jê re hatibû dayin.