ROJEVA 3'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin, wê bê şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di berhema xwe de ya bi navê "Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk' hate weşandin, têkildarî çîna karker, talankirina kedê û pirsgirêkên aboriyê yên civaka Rojhilata Navîn nirxand. Em beşa dawî ya ji vê danheviyê diweşînin:

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdên azad ji holê rake, herêmê dagir bike û bi vî rengî xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne.

Endama OHD'ê Şaxê Wanê Mehtap Işik bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman, ku parêzeran di nava 10 salan de 942 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê tenê 5 heb hatin qebûlkirin.

Hejmara meha Gulanê ya kovara jinê Newaya Jin gihîşte ber destê xwendevanan. Hejmara 194'an bi manşeta "Soza me ya ji bo dayikan, welatekî bi kulîlkan xemilandî ye" hate weşandin.

Artêşa Tirk şeva destpêkê bi gelek balafirên şer bombe li girên Zendûra, Derar û Koordîneyê barand. Nîvê şevê jî hewl da bi helîkopteran leşkerên xwe deyne ser van sê giran. Gerîla ev hewldan têk bir... Çavdêriya Kawa Tolhildan ji eniya şer.

Hevparê hikumeta Elman SPD'ê ji bo kongreya xwe ya 9'ê Gulanê pêşnûmeyek bi navê 'Piştevaniya bi Rojava re' pêşkêş kir. Di vê pêşnûmeyê de tê xwestin, ku dawî li siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan bê anîn.

Li Myanmarê çalakiyên şermezarkirinê yên piştî darbeya leşkerî dest pê kirin, dewam dikin.