ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Bûyerên têkildarî êrişa doh êvarê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê wê werin şopandin.

Ajan Dîlan Înanç li xwe mikur hat û diyar kir ku hin malbatên li Amedê ji sala 2014'an ve dibêjin 'Em zarokên xwe dixwazin' zarokên wan ji aliyê dewletê ve hatine kuştin. Dîlan Înanç got, sê ji wan, wê bi xwe kuştiye.

Ji fermandarên QSD'ê Milîtan Çiya got, "Em hêza parastinê ne ku xaka xwe, welatê xwe diparêze. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê vê yekê bikin."

Gerîla Kendal Kobanê diyar kir, dewleta Tirk a ku bi mehan e nikare berxwedana gerîla bişikîne bênavbera çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Berxwedan hîn jî dewam dike. Berê me li serketinê ye û em ê teqez bi ser bikevin."

Hejmara meha Tebaxê ya rojnameya Serxwebûnê bi vî sernavê derket: Di sala 38'an a 15'ê Tebaxê de em bi ruhê berxwedana Avaşîn-Zap-Metînayê ber bi serketinê ve dimeşin.

Li gorî raporekê ku 58.497 cûreyên daran ên li cîhanê hate lêkolîn, metirsiya tinebûnê li ser yek ji sê parên daran e. Di raporê de her wiha hate ragihandin ku guhertina avhewayê gefeke giran li eko sîstema daristanan dixwe.