Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî derewa 'gora komî' ya dewleta Tirk dan û diyar kirin ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê wan nekarî cenazeyên xwe li şehîdgehê veşêrin, lewma neçar man ku cenazeyên şervan û sivîlan li pişt Nexweşxaneya Avrînê veşêrin.

Du endamên Meclîsa Nûneran a DYE'yê David Cicilline û Gus Bilirakis ji Wezîrê Karên Derve Anthony Blinken xwestin ku firotina teknolojiya droneyan a ji bo Tirkiyeyê rawestîne.

Şehîd Bahoz Rojhat ku bi çalakiyên li Avaşînê û keda xwe ya bi salan dihate naskirin, bû yek ji sembolên berxwedana pêngava Bazên Zagrosê. Beriya ku şehîd bikeve destnîşan kiribû ku rêya şoreşê ji bo wî rêya herî pîroz e.

Endama TUHAY-DER a Herêma Marmarayê bal kişand ser xemsariya raya giştî ya li pêşberî greva birçîbûnê û got, "Mirov çima bedena xwe didin ber birçîbûnê? Bersiva vê pirsê bersiva li pratîka dewletê ye."

Li gorî lêkolînekê ya ku li kovara zanistiyê Nature Astronomy hate weşandin, astronoman li peyka Ganymede ya Jûpîterê, şopa dûkelê dîtine.