ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2021'Ê

Ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê sernavên sereke.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin, wê bê şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku dîktatoriya AKP/MHP'ê ji têkoşîna geşbûyî ditirse, lewma hewl dide 1'ê Gulanê qedexe bike û bang li her kesî kir ku bi hev re têbikoşe.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar anî ziman, ku têkçûna DAÎŞ'ê li Kobanê di heman demê de xitimîn û têkçûna polîtîkaya AKP'ê ya li ser Sûriyeyê bû û got, "Hêrseke mezin di dilê AKP, MHP û şirîkê wan de mabû. Lewma tola vê hiltînin."

Di salên 1990'î de artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê 9 êrişên mezin ên dagirkeriyê kir. Di van êrişan de ku bi navê 'Balyoz', 'Çekîç', 'Atmaca' û 'Sandvîç' de hate kirin, encam wê nehatibûya guhertin. Bi ziyaneke mezin ê neçar bima ku vekişe.

KON-MED'ê li ser 1'ê Gulanê daxuyanî da û diyar kir ku 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran wê li tevahiya eyaletên Elmanyayê bê pîrozkirin. Ji bo van pîrozbahiyan jî banga tevlîbûnê kir.

Hikumeta Awûstûryayê, di bersiva xwe ya li ser pêşnûme pirsa têkildarî girtîgehan û tecrîdkirina Ocalan de bal kişand ser girîngiya biryarên DMME'yê û raporên CPT.

Rêveberiya Erebistana Siûdî ji Tirkiyeyê re ragihand ku wê gelek dibistanên wê yên li Siûdî bigire.

Leşkerên teqawîtbûyî, ku hefteya derbasbûyî bi belavokekê bang li Serokkomarê Fransayê kir ku di mijarên koçberî û ewlekariyê de tedbîrên tund werbigire, wê bang li wan bê kirin ku îfadeyê bidin.