ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirinê wê bêne şopandin.

- Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena destnîşan kir ku bi navê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî wê li ber êrîşên dagirkeriyê rabin û got, "Em ê li dijî faşîzma Tirk şer bikin."

- Rojnamevan Rûken Cemal got, dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî êrîşî kedkarên çapemeniyê dike, lê belê wê nikaribe dengê heqîqetê bibre.

- Nobeda Edaletê ya li Strasbourgê di hefteya 545'an de bi koma ji welatparêzên li Darmstadtê dewam dike. Çalakgeran destnîşan kir ku di vê demê de divê ew li gel gerîla û Rêbertî erk û berpirsyariya xwe pêk bînin.

- Rêber Roboskî ku li qada Karker a Zapê fermandarî dikir, beriya şehîd bikeve gotibû ku li hemberî êrîşên gengaz wê berxwedaneke mezin nîşan bidin û destnîşan kiribû ku dewleta Tirk wê nikaribe bi ser bikeve.

- Nivîskar Elî Kerîmî destnîşan kir, ku çawa welatên rojava û lobiyên Îranê hewl dan Şoreşa 1979’an ya gelê Îranê ji rê derxîne, niha jî gelek hewldan tê dayîn ku Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî ji rêya wê ya heqîqetî bê dûrxistin.

- Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê destpêkirina dema rojî û cejnan pîroz kirin: "Em bang li tevahiya civaka xwe dikin, bi taybetî jî bang li civaka xwe ya li Ewropayê dikin ku xêr-xêrat- û alîkariya xwe ya îsal jî bighînin civaka xwe ya ku pêwistî pê heyî, bi taybetî jî alîkariyê bidin kesên xwe yên li kampên Başûr û Şengalê."