ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Modela nû ya çareseriyê ku PKK li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo çareseriya pirsgirêkên neteweyî destnîşan dike, neteweya demokratîk a dûrî dewletperestiya netewe ye.

- Endamê Konseya Rêveber a HBDH'ê Ferzat Can destnîşan kir ku berxwedana gerîla di heman demê de berxwedana antî faşîst a Tirkiyeyê ye û got, wezîfeya sereke ya antî faşîstbûnê cihgirtina li gel vê berxwedanê ye.

- Dîroknas-Nivîskarê Kurd Îhsan Colemêgî diayr kir ku di bin navê restorekirinê de taybetmendiya dîrokî ya Keleha Wanê tê tunekirin û anî ziman ku bi van rê û rêbazan tê xwestinü dîroka Kurdan ji holê bê rakirin.