ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

APPG rapora bi mijara li Tirkiyê Temsîla Siyasî û Wekheviyê ya Kurdan temam kir. Di raporê de ji hikûmeta Ingiliz hate xwestin li ber biryara dadgeha Belçîkayê ya derheqê PKK’ê ya pênaseya ‘terorîst’ ji nû ve were nirxandin.

Berxwedaniya Herêmên Parastina Medyayê wê bibe serkeftina gelê Kurd. Navê berxwedanê dibe Heftanîn û Siyanê, navê berxwedanê dibe Mamreşo, berxwedan navê xwe dike ZENDÛRA.

Deshilta Tirk sîstemeke tecrîdê welê pêk tîne ku destûra bingehîn û qanûna xwe bi xwe binpê dike, li Îmralî hemû pîvanên hiqûqî, mirovî û exlaqî radike, bi vê pêkanîna korsanwarî di serî de rê nade ku Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din têkilî pêre bê danîn.

Efganên ku ji ber hejariyê bi salan ji Efganistanê derketin û li Stenbolê dijîn, di nava şert û mercên ne mirovî de dijîn. Heqê wan tên xwarin û nêzîkatiya nemirovî li hember wan tên kirin.

Çalakiyên Dayikên Şemî û Xizmên Windayan weke her hefte wê bê şopandin.