ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Çavkaniyên bingehîn ên debarê yên Efrîna dagirkirî, ji ali yê dewleta Tirk ve bi gelek aliyan tê talankirin. Bi taybetî zeytûn û zeyta Efrînê tê dizîn û piştî ku dibin Tirkiyeyê vediguhere talaneke navneteweyî.

Li Girtîgeha Hejmara 5'an a Sîlîvriyê ku êşkence gelekî lê giran bûye, dayika girtî Kadîr Kaya Songul Taştan bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û anî ziman ku kurê wê jê re gotiye, "Êdî nema dikarim bêhnê bistînim."

Li Nisêbînê piştî Newroza 1992'an dewleta Tirk li qada Pira Şehîdan komkujî kir. Şahidên wê rojê qala komkujiyê kirin û gotin, bi panzeran di ser mirovan re diçûn.

Nûray Çevîrmen a ÎHD'î diyar kir ku ji bo grevên birçîbûnê tavilê bi dawî bibe ew dixwazin ku rayedar bikevin dewrê û got, eger li gorî qanûnan nêzîkatî bê nîşandan wê grevên birçîbûnê nekevin rojevê.

Çalakiyên li pêşiya konsolosxaneyên DYE'yê yên li Parîs û Berlînê wê werin şopandin.

Deriyê sînor ê Qan Îran Kapikoy-Razî ku heta niha şeş caran ji aliyê AKP'ê ve bi merasîma fermî hate vekirin careke din hate girtin.