ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû qala bandora şehadeta Hakî Karer a li ser damezrandina PKK'ê kir û got, "Ev partî partiya Hakî ye. Partiya ku bi şehadeta Hakî ava bûye. Lewma Rêbertî ji bo PKK'ê dibêje 'Partiya Şehîdan' e."
- Gerîlaya YJA Starê Zinarîn Cûdî beriya destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wiha digot: Ji ber ku hatiye Zapê wê poşman bibe. Em ê nehêlin ku bi hêsanî bê vê derê.
- Nazan Sancar a ku li ber avahiya HDP'ê ya Wanê hate rûniştandin û bi êrîşkariya xwe ji bo rayedarên Tirk bû cihê pesindayinê, ji aliyê qeyûm ve li kar hate bicihkirin. Piştre jî kur û bûka wê jî tevlî kadroyên qeyûm hate kirin.