ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.

- Plana tasfiyekirinê bi navê 'gava demokratîkbûnê' hate pêşkêşkirin. AKP û hevkarên wê li benda serketinê bûn. Li pêşiya vê plana bi rastî jî tevlîhev û zexel, tenê PKK asteng bû. -Abdullah Ocalan

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayilk salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "PKK'ê, gelekî li ber mirinê bû kir hêviya cîhanê. Ji ber vê yekê mirovahî PKK'ê, Kurdan, Rêber Apo ji xwe re dike mînak."

- Endamê Liksjugend ('solid) Berlin Tom Krummel nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê da û got, biryara qedexeyê li ser daxwaza dewleta Tirk hate dayin.

- Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya France-Kurdistan Sylive Jan destnîşan kir ku Kurd çareserî û cîhana nû temsîl dikin û got, ji bo aştiyê berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.

- Necah Gulo ya ji Qamişloyê ku hevser û kurê wê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, wiha got "PKK wê me azad bike. Di sala nû de em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, tola zarokên xwe hilînin û bi vî rengî hesab ji kujeran bipirsin."