ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd got heke Tirk êriş bikin wê tiştên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare nebin û wê yekser bersivê bidin.

-Dengbêj Xalîde diyar kir ku bi qedexeyên konseran tê xwestin ku girse bitirsin û got “Çawa ku nikarin hunerê bi zincîran girêbidin wê nekaribin destê dengbêjan jî têxin kelepçeyan û devê dengbêjan mohr bikin.”

-Çalakiya mihrîcanê ya li bajarê Dûîsbûrgê ya Elmanyayê wê di 4-5 Hezîranê de dîsa were destpêkirin.

-Rojnamegêr Îskender Bayhan got ku Erdogan ji ber ku di navbira emperyalîstên rojava û rojhilat de qadeke nuh a manevrayê bike bi dest xistiye li ber endambûna NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê radibe lê bidestketiyên Tirkiyeyê ne mayînde ne. 

-Koma Bîelefeldê Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasboûrgê wergirt û bang li PDK’ê kir ku bila dev ji hevkariya dijmin berde.

-Mirovên zanyar îdia dikin ku di atmosfera cîhanê de bi temamî cûreyek nû ya kîmyawiyek ‘Pileya dawî bi reaktîf’ hat dîtin, dibe ku nexweşiyên dil û solûnûmê çêbike û germahiya gerdûnî zêde bike.