Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Amara Ronahî ku ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kir, li cihên ku têkoşiyaye, gava îcab kiriye pêşengî ji hevrêyên xwe re kiriye, bêyî dudilî bi erka xwe rabûye.

- Aktîvîstê Kolombiyayî Camîlo Torres diyar kir ew enternasyonalîst bi meşa ku wê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixin, dixwazin hemû saziyên li Ewropayê dengê wan bibihîzin.

-Parêzer Îlke Işık diyar kir li gel ku tu pirsgirêka sergirtinê nîn e, ferzkirina guherîna makeqanûnê, hem pengavek e ji bo hilbijartinê hem jî ew e ku dîtina AKP’ê ya di der barê jinan de bibe qanûn.

- Meşa ku wê sibê ji aliyê Kolektîfa Jin Jiyan Azadî ve ji bo berfirehkirin û piştgiriya çalakiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li Kolnê hat lidarxistin, wê were şopandin.

 -Di şeva 14-15’ê Îlona 2014’an li Kobanê çi qewimî? El Nûsra û DAIŞ bi desteka dewleta Tirk çawa xwe gihandin sînorê Kobanê.