ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Daristanên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên dewletê ve têne şewitandin û destûr nayê dayin ku bên vemirandin. Şewata daristanên li Tirkiyeyê tên qeydkirin û lêkolîn, lê yên i Kurdistanê nayê qeyitkirin.

Gerîlaya Hêzên Parastina Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Jiyan Manî bal kişand ser pirsgirêka civakî ya zewicandina di temenê biçûk de û li dijî vê yekê bang li her kesî ku beşdarî kampanya ‘Zewaca temenê biçûk qirkirina jinê ye” bibin.

Sekretera Jinê ya KESK'ê Done Gevher Koyûn qala binpêkirina mafên jinan ên li nava kar kir.

Piştî ku Talîbanê Efganistan kontrol kir, koça Efganan a ber bi welatên rojavayî ve dewam dike. Bûlgaristan ji bo pêşî li pêla koçberên Efgan bigire wê di navbera sînorên xwe yên bi Tirkiye û Yewnanistanê re 400 heta 700 leşkerî bi cih bike.