Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerê têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cîhan Eren diyar kir ku Kurdistan a bi Lozanê kirin 4 parçe, êdî bûye yek û got, "Yên ku ji bo berjewendiyên xwe Kurd bi Kemalîstan nîqaş dikirin, êdî dewleta Tirkiyeyê bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nîqaş dikin. Siyaset û zîhniyeta înkar û tunekirinê ya dewleta Tirk jî ji aliyê Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an hatiye pûçkirin."

Kurdistaniyên li Elmanyayê wê di 28'ê Tîrmehê de tevî dostên xwe li ber Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê li hev bicivin û ji ber bêdengî û hevkariya bi êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, DYE'yê şermezar bikin.

Nobedarên hefteya 475'an a 'Nobeda Azadî ji Ocalan re', ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam dike, aktîvîstên Tevgera jinên Kurd a li Hollandayê ne.